DERBARÊ ME
Em kampên mirinê, bombeya atomê, şerên paqijiya etnîkî, wêrankirina jîngehê, bêkariya komî, nexweşiyên cûrbecûr ku her roj derdikevin holê û bi rewşek...
Em kampên mirinê, bombeya atomê, şerên paqijiya etnîkî, wêrankirina jîngehê, bêkariya komî, nexweşiyên cûrbecûr ku her roj derdikevin holê û bi rewşeke ku hatiye ber sînorê qiyametê re rû bi rû ne. Entelektûelî, wekî çalakiyeke ronakbûnê, hişmendiyê û zanistê, nikare xwe ji vê rewşê bixe serî û tecrîd bike. Pêwîst e ku ev rewş bê rastkirin û ji bo vê yekê ked bê dayîn. Armanca me ew e ku em ji vê çûyîna heyî re bêjin "bes e"; ne tenê ku em bêjin bes e û xeletiyê bînin ziman, her wiha em rastî û xweşikbûn çi ne, divê çawa bin bêjin; gotin jî têr nake, ji bo vê yekê derbasî pratîkê bibin.
Em di serî de armanc dikin ku bêjin bes e ji rastiya civakî re ku di dirêjahiya dîroka şaristaniyê de hatiye qutkirin û her diçe hatiye hilweşandin. Ji ber ku zanista tiştekî ku hatiye tunekirin jî nabe. Heke em nexwazin bên tunekirin, em neçar in ku li dijî modernîteya kapitalîst li ber xwe bidin. Lingê herî girîng ê vê berxwedanê, berxwedana entelektûel û zanistî ye. Li dijî nêzîkatiyên pozîtîvîst ên kapîtalîzmê ku parçe parçe dikin û parve dikin, em bütûniya rastiyê esas digirin. Dema em vê dibêjin, tevî ku em pozîtîvîzmê derbas dikin, em difikirin ku divê perçeyên rastiyê yên ku derdikevin holê werin pejirandin û hevgirtin.
Di boriyê de û îro jî, dewletîkirina zanistê û hilberîna wê di saziyên fermî yên dewletê de, tê wateya windakirina peymana wê bi rastiyê re. Qutbûna peymana zanistê bi civaka exlaqî û polîtîk re û bêparhêzkirina wê ji sûdwergirtina civakê re, tê wateya alîkariya ji bo pêşxistina monopolên zext û kedxwarinê yên li ser civakê. Ev nayê wê wateyê ku di van saziyan de qet entelektûel nayên perwerdekirin û zanist nayê hilberandin. Ya ku divê bê fêmkirin ew e ku, entelektûel û zanista ku dibin xwedî desthilatî, dê ji armanca lêkolîn û vedîtinê ya bi rastiya civakî re qut bibin.
Ji bo zanista civakî şoreşeke sazûmanî, bi gotineke din ji nû ve avakirin pêwîstiyeke bingehîn e. Çawa ku di serdema ronakbûnê ya Yewnan-Îonyayê de akademiyên felsefe û zanistê yên serbixwe ava bûn, dîsa di sedsala navîn de hem di çanda Îslamî de hem jî di çanda Xiristiyaniyê de tekke, dergâh û manastir çawa roleke bi vî rengî lîstîn, çawa ku rast e ku tevgerên Rönesans, Reform û Ronakbûnê yên Ewropayê di heman demê de şoreşên entelektûel û şoreşên zanistî bûn, ji bo derketina ji krîza heyî îro jî hewcedarî bi şoreşên bi vî rengî heye. Ji sosyalîstên utopîk heta sosyalîstên zanistî, ji anarşîstan heta Dibistana Frankfurtê, ji derketina felsefî ya fransî ya nîvê duyemîn ê sedsala 20'an heta çanda şoreşa ciwanan a 1968'an û her dawiyê ji derketinên postmodernîst, feminist û ekolojîst ên piştî salên 1990'î re, mîraseke dewlemend a entelektûel û zanistî ya derketineke bi vî rengî ya şoreşgerî heye. Em xwe dispêrin vê mîrasê. Ji bo avakirina civakekî ku li ser esasê azadiya jinê ya demokratîk-ekolojîk ava bibe, em armanc dikin ku li dijî zanînên hegemonya kapitalîst, zanînên alternatîf bikin yek û vê yekê malê civakê bikin. Ev platform ji bo vê yekê heye.